Reuters : Hikumeta Şamê mal û milkên Ramî Mexlûf desteserkirin

Nakokiyên navbera malbata Esed de gurtir bûye. Hikumeta Şamê fermana desteserkirina mal û milkên malbata Ramî Mexlûf da.

Piştî ku kur xalê serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed Ramî Mexlûf li xwe mikur hat û gendeliya di saziyên hikumetê diyar kir ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hat girtin.

Li gorî ajansa Reutersê hikumeta Sûriyê îro fermana desteserkirina mal û milkên karsaz û kurê xalê serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed Ramî Mexlûf, hevjîn û zarokên wî derxist.

Toreyên tevna civakî wêneyek belav kir ku tê de biryara desteserkirinê ya ji aliyê wezîrê darayî yê Sûriyê ve hatiye îmzekirin, heye.

Back to top button