Salvegera 29. a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tevî fişar û girtinê, xebatên xwe heya vê rojê ranewestandine. Hevserokê Enstîtuyê Eyûb Subaşî bi boneya salvegera 29. a damezrandina Enstîtuyê, bang li tevahiya Kurdan kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin. 

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyûb Subaşî anî ziman ku, tevî fişarên Tirkiyeya faşîst, Saziyê xebatên xwe bêrawestan domandine.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 18 Nîsana 1992yan bi pêşengiya jimareke rewşenbîrên Kurd hate damezirandin.

Ji dîroka damezirandinê ve, Enstîtu gelek caran rastî astengî û fişarên Tirkiyê hatiye.

20 Îlona 1992yan serokê Enstîtuyê Apê Mûsa (Mûsa Anter) li Amedê jiyana xwe di êrîşeke çekdarî de ji dest da.

Dîsa Cotmeha 1992yan polîsan bi ser Enstîtuyê de girt, kesên lê girtin û dest danîn ser belge û alavan.

31 Kanûna 2016an jî Enstîtu bi fermana AKPê hat girtin û hemû alav û pirtûkên wê hatin desteserkirin.

Lê tevî van fişaran, xebat û lêkolînên li ser zimanê Kurdî heya vê rojê domandine.

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyûb Subaşî bi boneya salvegera Enstîtuyê ya 29. ji ajnasa nûçeyan ANHAyê re axivî.

Eyûb Subaşî bal kişand ser xebatên Enstîtuyê yên ji dîroka avabûnê ve.

Sala 2016an Enstîtu bi destê hikûmeta Erdogan tê girtin û piştî demeke kin bi navekî din tê vekirin.

Subaşî dibêje:

Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Eyûb Subaşî bang li hemû Kurdan kir ku bi kurdî bixwînin û binivîsin.

Derveyî taymkûdên destnîşankirî tiştekî nedin

Back to top button