Xwişka Besê Ozer, a bi navê Zeynet ku niha di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de ye, diyar kir ku li girtîgehê girtiyên nexweş nayên dermankirin, pirtûk, rojname û nameyan nadin girtiyan.
Zeynet, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi girtiyan re, li ser pirsgirêkên heyî hevdîtinan qebûl nake û got:
“Rêveberiya girtîgehê pirtûkên girtiyan ji wan standine, rojname û nameyan nadin wan, hevdîtinên di navbera odeyan de qedexe kirine û xwarina wan jî kêm kirine.
Weke ku girtî di tecrîdekê de bin.”
Zeynet, ragihand ku girtî amûrên paqijiyê bi pereyan dikirin û tiştên ku dikirin jî, niha duqat buha bûne û got:
“Girtî dixwazin, gel û hemû saziyên sivîl ên civakî li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de bi hestiyarî tev bigerin û piştgiriyê bidin girtiyan.”