Africa Intelligence: Kompaniyeke Tirk, çeteyên Wîfaqê rahênan dike

Destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê bi destekdayîna Wîfaqê dewam dike. Malpereke Fransî eşkere dike ku kompaniyeke girêdayî Mîta Tirk, çeteyên Wîfaqê û yên Sûrî li Lîbyayê perwerde dike. Li Tûnisê jî, di navbera serokê wê û yê Parlemenê de, nakokî ji bo Lîbyayê zêde dibin.

Malpera ”Africa Intelligence” a Fransî, raporek li ser karê kompaniya ”SADAT” a leşkerî ya Tirk, li Lîbyayê belav kir.

Di bin navê ” Kompaniya SADAT a leşkerî ya Tirk de, koalîsyona Erdogan-Serac vedugherîne derfeteke kar”, malpera Fransî eşkere kir ku vê kompaniyê, hevkariyek bi kompaniya ewlekarî ya Lîbî re îmze kiriye, da ku çeteyên Wîfaqê rahênan û perwerde bike.

Li gorî raporê, kompaniya ”SADAT” li jêr serweriya Mîta Tirk kar dike.

Her wiha li gorî peymana Erdogan-Serac, ev kompanî dikare çeteyên Sûrî yên li eniyên Terablusê ku Tirkiyê ew ji bo şer veguhestibûn Lîbyayê, perwerde bike.

ji ber Ixwanên Tûnisê destekê didin hikumeta Wîfaqê, nakokî li Tûnisê derketin

Girêdayî aloziya li Lîbyayê, nakokiyên di navbera serokê Tûnisê Qeys Se’îd û serokê parlemenê Raşid Xenûşî yê Ixwanî de dewam dikin.

Xenûşî, berovajî helwesta Se’îd, ragihand ku ”Li Lîbyayê, tenê hikumeta Wîfaqê rewa ye” û ” ti rewabûneke mayînde tune ye”.

Duşema borî, Serokê Tûnisê di serdana xwe ya li Parîsê de ragihandibû ku, rewabûna hikumeta Wîfaqê demkî ye û divê desthilatdariyeke nû were şûna wê.

Qeys Se’îd, di konfiranseke çapemeniyê li gel hempîşeyê xwe yê Fransî Macron de diyar kiribû ku rewabûna Wîfaqê, nayê wateya ku divê ew Lîbyayê bi rê ve bibe..

Back to top button