Çeteyan Ehmed Hesen li Cindirêsê revandin

Kiryarên hovane yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bê navber didomin.
Yek ji wan jin du welatiyên din hatin revandin.

Li gorî Malpera Efrîn NEWS 24 ku ragihand çeteyên ku navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin welatiyê bi navê Ehmed Hisên Hesen revandin.

Hisên Hesen 41 salî ye û ji Cindirêsê ye.

Hat ragihandin çeteyan Hesen ber bi cihekî ne diyar ve birine û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Çeteyan ji gundê Şêxotka jina 32 salî revandin

Efrîn POST jî diyar kir ku çeteyan 10 vê mehê jina bi navê Zozan a 32 salî bi hêcetên ku berê bi rêveberiya xweser re xebitiye, ji mala wê ya li gundê Şêxotka revandin.

Çete hema bêje rojane welatiyan bi hêcetên cuda direvînin û di miqabilî berdana wan de jî pereyên zêde ji malbatên wan dixwazin.

Çete darên zeytûnan dibirin û ji bo şewatê difiroşin

Li aliyê din bi nêzîkbûna zivistanê re jî çete darên zeytûnan ku birîne li bazaran wekî êzing difroşin.

Back to top button