Çeteyên Tirkiyê sê welatiyên din li Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û bi taybetî li Efrînê dewam dike.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sê welatiyên din li Efrînê revandin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin Elî Ebdo û Hesen El Mihemed revandin.

Li gorî malperê Ebdo û El Mihemed bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kirine hatine revandin.

Malpera Efrîn POST jî da zanîn ku çeteyan li Taxa Eşrefiyê ya li Efrînê bi ser mala Xelîl Omer Xelîl de girt û ew revand.

Hat diyar kirin çeteyan Xelîl bi behaneya ku berê di nava Hêzên Cewherî de cih digirt ew revandine.

Hat ragihandin aqûbeta her sê kesên revandî nayê zanîn.

Çeteyên dewleta Tirk du welatî li Efrînê revadin

Back to top button