Fîlma “Ji bo azadiyê” derbasî salon û sînemayên navdewletî dibe

FîlmA ‘Ji bo azadiyê’ ya li ser berxwedana Sûrê hatiye kişandin, wê li welatên Ereb, Ewropa û Japonyayê bê nîşandan.

Nîşandana fîlmê “Ji bo azadiyê” li festîval û salonên sînemayan dewam dike.

Lê belê nîşandan fîlmê a ku ji ber vîrûsa koronayê hate rawestandin, bi meha Tebaxê re ji nû ve dest pê kir.

Tevî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Ammanê (Amman ÎFF), fîlm wê li Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê were nîşandan.

Li Japonya, gelek bajarên Swîsre û Elmanyayê jî wê were nîşandan.

Li welatên Ereban bi jêrnivîsa erebî û ingilîzî wê were nîşandan

Li welatên Ereb jî destpêkê wê fîlm li Ammanê bê nîşandan

Fîlm wê bi jêrnivîsên Erebî û Îngilîzî bê nîşandan.

Derhênerê fîlmê Ersîn Çelîk wê bi dîmen peyamekê ji festîvalê re bişîne.

Wê li gelek bajarên japonya hefteyekê bi jêrnivîsa japonî bê nîşandan

Her wiha Fîlm wê li Japonyayê jî bi jêrnivîsa Japonî hefteyekê bê nîşandan.

Fîlmê Ji Bo Azadiyê balê dikşîne ser berxwedana Sûrê ya Amedê, ku di bin êrîşên giran yên dewleta Tirk de 100 rojan dewam kiribû.

Back to top button