Amerîka şandina 2 keştiyên xwe yên şer betal kir

Amerîka şandina 2 keştiyên xwe yên şer ji bo Deryaya Reş betal kir.

Beriya çend rojan Amerîka ragihandibû ku wê 2 keştiyên xwe yên şer bişîne vê deryayê.

Rayedarên dewleta Tirk berî niha diyar kiribû ku Amerîka ji bo derbasbûnê Tengava Stenbolê û Çanaqelê bikarbînin, destûra fermî girtiye.

Li gorî destûrê, wê keştiyên şer ên Amerîka 15’ê Nîsanê derbas bibin û di 5’ê Gulanê de bizivirin.

Li gorî Malpera Gazete Duvar jî, rayedarên Tirkiyê dibêjin ku balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqerê, wan ji bo betalkirina şandina van keştiyan, agahdar kiriye.

Ev biryar piştî telefona navbera Putin û Biden, ku 13’ê mehê çêbûbû, hate girtin.

Back to top button