Li Rojhilat û Îranê bi sedan kes daketin kolanan

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her çiqasî xwepêşandanên li dijî deshilatê kêm bûne jî lê hêrs her zêdetir dibe.
Ji bo merasîmê çilrojiya xwepêşandêrên ji aliyê deshilatê ve hatîn kuştin gel li kolanan bûn.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pênc mehin bê navber dewam dike.

Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyan jî xelk li kolananin.

Bi taybet duh bi şev bi sedan kes dijî desthilata Tehranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daketin kolanan.

Ji bo rawestandina xwepêşandana Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, dewleta Îranê serî hemû rêyan dide.

Di vê çarçoveyê de heta niha 4 xwepêşanderên bi navê Muhsîn Şîkarî, Mecîd Reza Rehnewerd, Mûhammed Mehdî Keremî û Seyîd Mûhammed Huseynî hatine bi darvekirin.

Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê herî kêm 110 xwepêşander bi metirsiya sepandin û pêkanîna cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Di çilerojiya Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Hisênî de, çalakvanên civaka sivîl xwestibûn li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî werin lidarxistin.

Divê çarçoveyê de doh bi şev li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ciwan daketin kolanan û li ser rêyan agir pêxistin û dijî desthilatê dirûşme qêriyan.

Li gelek herêmên bajarê Tehranê, Sadqiye, kolana Setarxan, Arya Şehir, Hef Hewiz, Naremk, Bulvar Fîrdews, kolana Şerîet û gelek cihên din, welatî daketin kolanan û meşiyan.

Bê navber dirûşme hatin gotin û nerazîbûna xwe dijî desthilata nîşandan.

Li bajarê Meşhed, Esfehan, Erak, Kerec, Êze û gelek bajarên din jî meş û çalakî hatin lidarxistin.

Ji 16’ê Îlona 2022’yan ve serhildanên gel ya li Rohilatê Kurdistan û Îranê destpêkirî didome.

Back to top button