Nivîskar, çalakvanên siyasî û welatiyên Başûrê Kurdistanê têkîldarî komploya li dijî Rêber Apo axivîn û diyar kirin ku komplo bi serneket û bi temamî berevajî bû.
Derbarê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê a li dijî Rêber Apo nivîskar, çalakvanên siyasî û welatiyên Başûrê kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.
Nivîskar û çalakvanên siyasî yên bajarokê Rewandiz a ser bi îdareya Soran axivîn.
Ako Akoyî destpêkê behsa armanc û encamên Komploya Navneteweyî kir û got:
“Tekane riya rizgariyê şopandina fikrê Rêber Apo ye”
“Dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya dewletên desthildatdar xwest bi dîlgirtina Rêber Ocalan çok li îradeya gelê Kurd deyne.
Lê ev yek berovajî bû, îrade û berxwedana Rêber Apo ya li Girtîgeha Îmraliyê moraleke mezin daye gelê Kurd.
Tekane riya rizgariyê, fikrê Rêber Apo ye.
Çalakvanên Rewandiz: Komploya li dijî birêz Ocalan bi ser neket
Çalakvan Ziryan Rehman jî diyar kir ku komploya li dijî Rêber Ocalan bi serneket û bi temamî berevajî bû.
Welatiyên Kerkûkê: Divê Rêber Apo fîzîkî azad bibe
Welatiyên Kerkûkê jî Komplo şermezar kirin, daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo kirin û diyar kirin ku fikrê Rêber Apo di nav çîhanê de berlav bû.
Xezal Reşo: Fikrê Rêber Apo bû hêviya gelê bindest
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo jî diyar kir ku ewê bi hêviya azadiya Rêber Apo tevbigerin û bang li saziyên mafê mirovan kir ku di zûtirîn dem hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bînin.