Ji ber erdheja ku çêbûyî, HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hemû çalakiyên xwe yên çekdarî radiwestinin. Lê belê tevê vê biryarê jî, dewleta Tirk êrişên xwe ranewastandin û 38 caran êrişî qadên Gerîla kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Li herêma Zapê,
16’ê Sibatê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê êrişî hêzên me kirin.
Hêzên me yên YJA-Starê jî di çarçoveya parastina rewa de li dagirkeran dan.
Di encamê de Sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke jammer hatin îmhakirin.
Her wiha dewleta Tirk 16’ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, 4 caran bi helîkopteran êrişî çeperên me yên berxwedanê kirin.
Di heman rojê de, çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, 34 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombe-kirin.