Nifûsa Çînê ji 1961’an ve cara yekeme kêm dibe

Nifûsa Çînê ji sala 1961’ê ve cara yekem kêm û daket 1 milyar û 411 mîlyonî.
Tê payîn ku kêmbûna nifûsa karker ne tenê bandorê li ser Çînê, lê li DYA û Ewropa jî bike.

Nifûsa Çînê ji sala 1961’ê ve cara yekeme kêm bûye.

Li gorî daneyên Buroya Îstatîstîkan a Neteweyî ya Çînê, di sala 2022’an de nifûsa welêt 850 hezar kes kêm bû û derket 1 milyar û 411 mîlyonî.

Rêjeya jidayikbûnê li Çînê di sala 2022’an de ji her 1000 kesî 6,77 hat ragihandin.

Ev hejmar di sala 2021’ê de 7,52 bû.

Ji ber vê yekê rêjeya jidayikbûnê wekî rêjeya herî kêm ji dema ku statîstîkên li ser vê mijarê hatine tomar kirin derketiye holê.

Rêjeya mirinê li welat zêde bûye.

Rêjeya jidayikbûnê ji hezarî 7,37 bû.

Ev yek ji sala 1974’an ve rêjeya mirinê ya herî bilind e.

Ev rêje di sala 2021’ê de bû 7,18.

Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) li bendê ne ku nifûsa Çînê di demeke dirêj de 109 mîlyon kes kêm bibe.

Ev yek jî sê qat ji texmînên ku di sala 2019’an de hatine ragihandin bêtir e.

Kêmbûna nifûsa Çînê wê bandor li Amerîka û Ewropa bike

Kêmbûna nifûsa karker û bi vî awayî kêmbûna hilberîna li welêt tê pêşbînîkirin ku ne tenê li Çînê, li DYA û Ewropayê jî bibe sedema zêdebûna biha û pirsgirêka enflasyonê.

Bandora Covid-19 li ser aboriyê

Ji aliyê din ve, li gorî daneyên Buroya Îstatîstîkan a Neteweyî ya Çînê, aboriya Çînê di sala 2022’an de li gorî sala borî ji sedî 3 mezin bû.

Ev yek hem ji ber tedbîrên vîrûsa Corona û hem jî ji ber pirsgirêkên din ên aborî pêk hat.

Hikûmeta Çînê ji bo sala 2022’an ji sedî 5,5 mezinbûn pêşbînî kiribû, lê ev armanc pêk nehat.

Aboriya welêt di sala 2021’an de ji sedî 8,4 mezin bû.

Hat diyarkirin ku tedbîrên girtinê û qedexeyên din ên ku ji ber polîtîkaya “Sifir Covid” ya Çînê hatine girtin û kêmbûna daxwaziya navxweyî bandorek neyînî li mezinbûnê kiriye.

Piştî sê salan, rêveberiya Pekînê biryar da ku 7’ê Kanûnê piraniya tedbîrên bo Covid-19 rake.

Lêbelê, pandemiya li welêt bi lez belav dibe.

Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ragihand ku ji destpêka Kanûnê ve nêzî 60 hezar kes ji ber vîrûsê mirin e.

Tê îdiakirin ku ev jimar bêtirî 400 hezarî ye.

Metirsiya wê yekê heye ku heta dawiya Nîsanê jimara kesên ji ber vîrûsê li welat bimrin bigihêje mîlyonek û 700 hezarî .

Back to top button