Jinên Kurd li Rojava xwe di nava Kongra Star de birêxitin kirin

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed behsa rêxistinbûna jin di nava Kongra Star û girîngiya li dar xistina Kongreya wê ya 9’emîn kir û got:” Jinên Kurd li Rojava xwe di nava Kongra Star de bi rêxistin dikin, Kongreya Kongra Star jî li ser bingeha têkoşîna jinan pêk hat.”

Rêxistina Kongra Star 15’ê Çileyê di salvegera 18’emîn a damezrandina xwe de, Kongrê xwe yê 9’emîn li dar xist.

Gelek jinên herêmê û yên ji deverên din tevlî Kongrê bûn û damezrandina rêxistina xwe pîroz kirin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkoşîna jinan ya di nava şoreşa Rojava û girîngiya avabûna Kongra Star nirxand.

Îlham Ehmed diyar kir ku jina Kurd li Rojava dikarîbû di aliyê rêxistinê de xwe bigihîne Kongra Star ku hemû jinan di nava xwe de dihewîne.

Îlham anî ziman ku jin dikarîbû bi têkoşîna xwe li cîhanê reng bide.

Îlham Ehmed: Kongr li ser bingeha têkoşîna jinan pêk hat

Di der barê li dar xistina 9’emîn Kongreya Kongra Star de jî, Îlham Ehmed destnîşan kir ku Kongr li ser bingeha têkoşîna jinan pêk hat.

Îlham Ehmed: Kongra Star xwe ji tecrûbeyên jinên Cîhanê xwe bi rêxistin kir

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê da zanîn ku Kongra Star xwe ji tecrûbê jinan ên cîhanê bi rêxistin kiriye.

Di dawiyê de Îlham Ehmed got, Rêxistina Kongra Star ji tevahî jinan re bû mîrasa têkoşîn û xwe birêxistin kirinê.

Back to top button