Artêşa Somalî piştî 12 salan bajarê Harardhere kontrol kir

Artêşa Somalî bi despêkirina pêngaveke dijwar derbên xurt li rêxistina Eş-Şebab ya terorê da.
Piştî 12 salan artêşa Somalî bajarê Herardhere ji bin kontrola Eş-Şebab derxist.

Wezîrê Parastinê yê Somaliyê Abdulqadîr Mûhammed Nûr ragihand ku wan bajarê Harardhere ku di bin kontrola Eş-
Şebab de ye, bê pevçûn bi dest xistine.

Wezîr Nur diyar kir ku bajarên Galcad û Ceeldheer jî ji bin kontrola rêxistina terorê hatine derxistin.

Harardhere ku di nav bajarên despêkê yên ku ji aliye Eş-Şebab ve hatin girtin de bû.

Ev bajar weke navenda rêxistinê bû.

Di dema ku operasyonên li dijî rêxistinê li welêt dewam dikin de, El-Şebab gelek caran êrîşî navendên bajar û bajarokan dikin kirin.

Rêxistina terorê ya Eş-Şebab 2011’an karî beşeke mezin ya başûrê Solamê kontrol bike.

Tê gotin, ev rêxistin heta Gulana 2011’an bêtirî 14 hezar çekdarên xwe hebûn.

Sibata 2012’an jî girêdana xwe ya bo El Qaîde ragihandibû.

Ev rêxistin bi êrişên teqînên li navendên qelebalix tê naskirin.

Back to top button