Serokê Sirbistanê Vucic: Ti welat berî me nakeve YE

Serokomarê Sirbistanê Vucic got: Em rê nadin kes berî me bikeve nava YE yê.

Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic di daxuyaniya xwe ya li ser pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) da diyar kir ku beriya welatê wî destûr nayê dayîn ku ti welat bibe endamê yekîtiyê.

Aleksandar Vucic ku tevlî kanaleke televizyonê ya herêmî bû, derbarê pêvajoya endamtiya welatê xwe ya Yekîtiya Ewropayê de axivî.

Vucic diyar kir ku welatê wî ji îhtîmala ku di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de demeke dirêj li bendê bimîne ne xema wî ye û rewşa ku wî aciz dike îhtîmala ku kesek bibêje “li welêt veberhênan nayê kirin” ne.

Serokomarê Sirbistanê bal kişand ku par 4,41 milyar Euro razemeniya rasterast li welat hat kirin û ev tişt anî ziman:

“Em destûrê nadin ti kes beriya me bikeve YEyê.

Ya min xemgîn dike, veberhênanan e.

Min dît ku çawa ji Rûsyayê derketin, berjewendiyên wan zêdetir bûn.”

Vucic: Têkliyên baş li gel Amerîka girîng e

Aleksandar Vucic bal kişand ser wê yekê ku Amerîka di rewşa heyî de ne li gel Sirbistanê ye û got,

“Ew li wê yekê dinêrin ku çawa bi aqilane û cidî tevbigerin û hêz û enerjiya xwe ji yên din re nehêlin.

Ji ber ku hemû hêza xwe li dijî Rûsyayê kom kirine.”

Vucic têkildarî cezayên li ser Rûsya hatine sepandin jî ev tişt anî ziman:

“Dema tu welatekî birêve dibî tu niza şûrek çawa li ser serê te ye û tiştekê nikarî ji berê de soza wê bidî”

Serokomarê Sirbistanê da zanîn ku rewşa herêmê pir giran e û her ku diçe aloztir dibe.

Vucic her wiha îşaret bi wê yekê jî kir ku zext û êrîşên li ser welatê wî wê di dema pêşde jî zêde bibe.

Back to top button