Ji berpirsên NY Ni Aolain serdana kampa Holê kir

Berpirsa NY Ni Aolian ya serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kirî rewşa li kampa Holê rexne kir û bang li welatên cîhanê kir ku malbatên xwe yên DAIŞ’ê wergirin.

Ev kamp xemsariya herî mezin ya cîhanê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de nîşan dide.

Kampa Holê ya malbatên DAIŞ’î lê ne, barekî giran xistiye stûyê Rêveberiya Xweser û hêzên wê.

Tevî wê jî, mîna ku endamên van malbatan kesin normal in û ti metirsiya wan li ser ewlehiya herêmî û heta ya cîhanî tune ye, berpirseke NY dixwaze deriyê kampan vekirî bin û malbatên DAIŞ’ê bi serbestî tev bigirn.

Di yekemîn serdana rayedareke payebilind a NY bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bang li welatên cîhanê hat kirin ku welatiyên xwe yên DAIŞ’ê yên li kampa Holê wergirin.

Lê ev tenê beşek ji daxuyaniya rayedara NY Fionnuala Ni Aolain bû.

Piştî serdana xwe ya 5 rojî bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ni Aolain duh li Cinêvê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Zarokên DAIŞ û hişmendiya terorê

Rayedara NY rewşa kampê û dûrxitina sîpeyan ji dayikên wan rexne kir û ew weke binpêkirina qanûnên navdewletî binav kir.

Mijara dûrxistina zarokên 10-12 salî ji dayikên wan, Sibata borî jî hatibû vekirin:

Wê demê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev îdia derewandibûn.

Rêveberiya Xweser teqez dike, ji bo ew van zarokan dûrî hişmendiya DAIŞ’ê bixin, her demekê wan dibin navendên jinûve perwerdekirinê.

Bi salan e Rêveberiya Xweser bang li welatên cîhanê dike ku welatî û zarokên xwe yên DAIŞ’ê wergirin, lê ev yek bi rêjeyek pir kêm pêk tê.

“Bila malbatên DAIŞ bi serbestî tevger bikin”..!

Di vê demê de, malbatên DAIŞ’ê yên li kampa Holê gelek sûçên kuştin û êrîşan kirine û ev yek jî xeteriya wan nîşan dide.

Rayedara NY Fionnuala Ni Aolain dibêje, nabe em navê kampê li vê derê bikin ji ber xelk nikarin bi serbestî herin û werin.

Diyare nûnera NY têkildarî bûyerên kuştin û şewitandina kesên li nava kampê ji aliyê jinên DAIŞ’î ve baş lêkolîn nekiriye.

Back to top button