Li Fransa çalakiya ji bo piştevaniya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê

5 mehin, gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi daxwaza azadiyê li qadanin.
Berxwedana û serhildana gel, bi piştevaniya ji derve didome.
Di xwepêşandana li paytexta Fransa Parîsê de, xwepêşandêran daxwaza girtina balyozxaneya Îranê kirin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilata Îranê 4 meh li pey xwe hiştin.

Êdî berxwedanî di meha xwe ya 5’an de ye.

Duh li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna sedan kes merasîma çilrojiya Humen Ebdulah hate lidarxistin.

Di merasîmê de dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate gotin.

Kesên tevlî merasîmê bûn sirûdên nîştimanî gotin.

Di dema merasîmê de hêzên dewleta Îranê bi droneyan çavdêrî kirin û ji bo tirsandinê xelkê şopandin.

Gel duh li bajarên Turbet Cam û Taybadî ya ser bi parêzgeha Xurasanê dijî nebûna sutemeniyê çalakiyên berfireh lidarxistin.

Ji bo dewlet rê li çalakiyan bigrin hêzek mezin veguhest her du bajaran.

Bi armanca piştgiriya ji bo xwepêşandanên li Îranê, bi hezaran kes li ber derê parlamentoya Ewrupa ya li Fransayê kombûn û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Parlamentera Belçîkayê Derya Sefayî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew ji bo Supayê Pasdaran weke çavkaniya terorê binasin, kar dikin.

Çalakvanan xwest welatên Ewrupayê balyozxaneyên Îranê bigrin.

Li ser kûleya eyfelê “Jin, Jiyan, Azadî”

Şaredariya Parîsê jî piştgirî da xwepêşandanên li Îran û Rojhilat.

Şaredariya Parîsê bi Fransî slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ û bi Îngilîzî slogana ‘Darvekirinên li Îranê bidin sekinandin’ li ser Kûleya Eyfelê nîşan da.

Hate diyarkirin wê dirûşme 2 rojan li ser kûleyê bimînin

Back to top button