Dr. Osman: Bikaranîn çekên kîmyewî sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Dr. Osman Şêx Îsa derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîla diyar kir Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) di warê lêkolîna çekên kîmyewî de peywira xwe bi cih nayne. Şêx Îsa got, “Divê bijîşk jî helwesteke tund nîşan bidin û piştî lêkolînê encamên wê bi raya giştî re par ve bikin.” Hiqûqnas Cibraîl Mistefa jî destnîşan kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî Tirkiye hurmetê ji qanûn û pîvanên navneteweyî re nagire

Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li welat û derveyî welat her diçe zêde dibe.

Dr. Osman Şêx Îsa derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ên li dijî gerîla ji ANF’ê re axivî.

Dr. Osman diyar kir ku bikaranîna çekên kîmeyawî sûcekî li dijî mirovahiyê û derbarê ziyanên wê de agahî dan.

Dr.Osman: Divê li ser êrîşên kîmyewî lêpirsîn were vekirin

Dr. Osman destnîşan kir ku welatên ku çekên kîmyewî didin Tirkiyê ew jî hevkarê sûc in.

Dr. Osman Şêx Îsa di dawiyê de bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê şermezar kir û bang li hêzên navnetewî kir ku derbarê mijarê de dest bi lêpirsînê bikin.

“Divê hêzên navnetewî bi erka xwe rabin hesab ji dewleta Tirk bê xwestin”

Hiqûqnas Cibraîl Mistefa jî bal kişand ser bêdengiya li hemberî êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla û got, “dema mijar girêdayê dewleta Tirk a dagirker be, peymanên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî nayên pêkanîn”

Cibraîl Mistefa got. “Tevî bikaranîna van çekan û piştgiriya NATO’yê, lê dîsa jî Tirkiyê armancên xwe yên tunekirina gerîla pêk neanîn. ”

Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî Tirkiyê hurmetê ji qanûn û pîvanên navneteweyî re nagire.

Cibraîl di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî kir ku erkên xwe bi cih bînin, nehêlin dewleta Tirk a dagirker van çekan bi kar bînin û hesab jê biprisin.

Back to top button