Li Amerîka edaleta dereng mayî

Li Amerîka edaleta derengmayî bû sedema Maurice Hastings temenê xwe di zindanê de derbas bike. Hastings yê bi kuştina kesekî hati tewanbarkirin, piştî 38 salan derket ku ti têkliya wê bi bûyerê re nîne û hate berdan.

Maurice Hastings, ji ber kuştina Roberta Wydermyer a di sala 1983’an de hate giretin.

Hastings 38 sal in di girtîgehê de bû.

Hastings yê bêsûc piştî 38 salan hate berdan

Delîlên DNA yên ku ji hêla pisporên doza Hastings ve ji nûve lêkolîn kirin, destnîşan kirin ku kiryar sûcdarekî din e ku 2020’an di girtîgehê de miriye.

Hastings ku niha 69 salî ye, 1988’an piştî biryar hat betalkirin hatibû berdan.

Cenazeyê Wydermyer 1983’an, di bagaja otomobîla wî de mirî hatibû dîtin.

Di dozê de, Hastings bi kuştinê hate tawanbarkirin û dozger xwest cezayê mirinê lê were birîn.

Piştî şandeya dadgehê negihîşt biryarê, şandeya duyemîn 1988’an de cezayê girtîgehê yê heta hetayê li Hastings birî.

Hastings yê bi biryara dadgehê keyfxweş bûyî wiha got: Ji bo ez vê rojê bibinim, min her dua dikir.

Back to top button