Şîrketa Exxon-Mobîl a Amrîkayê li ser nerazîbûnên Hikumeta Iraqê biryar da ku hemû karên xwe rawestîne û ji Başûrê Kurdistanê vekişe.
Yek ji mezintirîn şîrketên legerîna gaz û petrolê, Exxon-Mobîl ev demeke li Başûrê Kurdistanê xebat birêve dibir.
Herî dawî piştî biryara dadgeha federal a Iraqê ku têkildarî bazirganî û hilberîna gaz û petrolê li Başûrê Kurdistanê dayî, şîrketa Amerîkî neçar man ku xebatên xwe rawestîne.
Exxon-Monbîl ji ber zext û nerazîbûnên Hikumeta Iraqê û Dadgeha Federal biryar da ku li hemberî lihevkirinên bi Hikumeta Herêmê re, karên xwe bide rawestandin û ji Başûr derkeve.
Di sala 2011’an de ev şîrket ji herêmek din ya Iraqê derbasî Başûrê Kurdistanê bû.
Şîrket ji wê demê ve li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê hatibû bicihkirin û dest bikar kiribû.
Exxon-Mobîl sala 2016’an, di rafîneyên Qerehencîr, Eberit û Bêtwate, sala 2017’an jî di refîneyên Elquş û 2021’an di rafîneyên Pîrmam de kar kiriye.