Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 80. roje didome

Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e.
Di roja 80’ê de jî çalakiyên nerezîbûnê yên li dijî dewleta Îranê berdewam bû.
Her wiha çalakvanan ji bo tevlîbûna grev û çalakiyên giştî yên di roja 5, 6 û 7’ê Mijdarê de bangawazî kirin.

Xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jin û xwandekaran di roja 80’an de ye.

Tevî êriş, kuştin, girtin û binçavkirinên dewleta Îranê, gel her roj bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî li qadan in.

Gel bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza azadiyê dike

Duh li bajarê Abdanan yê Rojhilatê Kurdistanê, malbatên kesên girtî grev li ber dadgeha bajêr dewamkirin û daxwaza berdana kesûkarên xwe kirin.

Tevî êrişên hêzên rejîmê jî malbatan dest ji grevê bernedan û çalakiyên xwe dewam kirin.

Li bajarê Sine jî komek xwendekarên jin daketin kolanan û bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ banga daxwazên xwe kirin.

Li bajarê Seqizê jî carek din ciwanan bi pêxistina agir û girtina rêyan, çalakiyên xwe yên li dijî desthilatdariyê dewam kirin.

Li ser asta Îranê jî çalakî hebûn û li hinek deverên Tehranê xwepêşandan, çalakî û greva şofêrên barhilgiran dewam kirin..

Dewleta Îranê operasyona girtinê dewam dike.

Dewleta Îranê girtin û binçavkirina çalakgeran didomîne

Li gorî agahiyan, du xuşkên hev yên bi navê şîma Ibn Abbas ya 26 salî û Jaleh Ibn Abbas ya 23 salî, li Şino ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin û sewqî navenda binçavkirinê ya Urmiye hatin kirin.

Hat zanîn ku herdû xuşk bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne û piştgirî dane gel da ku beşdarî serhildanan bibin hatine girtin.

Ji bo geşkirina serhildanê bangawazî hate kirin

Li ser bangawaziya xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, biryare di 5, 6 û 7’ê Mijdarê de grev, xwepêşandan û çalakiyên giştî li seranserê Îranê werin li darxistin.

Di vê çarçoveyê de, çalakiyên agahdarkirin û bangawaziyên ji bo tevlîbûna grev û çalakiyên giştî hêjî berdewam dikin.

Li aliyê din, li gorî nûçeya Rojnewsê; peywira “polîsên exlaq” ku bi kuştina Jîna Emînî re ketibûn rojevê, hate sekinandin.

Derbarê ‘polîsên exlaqê’ li Îranê biryar hat dayîn

Serdozgerê giştî yê Îranê Muhammed Cehfer Muntezerî di torenekê de diyar kir ku tu eleqeya polîsên exlaqê bi darazê nîne.

Herwiha biryara damezirandin û girtina wan li heman cihî hatiye dayîn.

Hêjayî bi bîr xistinêye ku Muntezerî, di civîna taybet a di 1’ê kanûnê de jî gotibû:

“Meclis û Lijneya Bilind a Şoreşa Îslamê, li ser mijara laçikan hevdîtinan dikin.”

Back to top button