Bûnyamîn Şeker : Roja Rêber Apo anîne Îmraliyê û heta niha tecrîd didome

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku CPT di mijara tecrîdê de li gorî polîtîkayên Tirkiyê tevdigere û got: “CPT jî parçeyek konsepta tecrîdê ye.”
Cîgire Hevserokê ji Lijneya Rêveberên Herêmî Berpirsyar ê HDPê Mehmet Ruştu Tîryakî jî bertek nîşanî tecrîdê da û diyar kir Ev tecrîd tenê li dijî Girtîgeha Îmraliyê nîne

Ji Rêber Apo ku li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, tu agahî nayên girtin.

Hevserokê Giştî yê Buroya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker têkildarî mijarê axivî.

Bûnyamîn Şeker, da zanîn ku roja Rêber Apo anîne Îmraliyê heta niha, tecrîda li ser wî didome û got:

“Dema mijar diçe ber destê CPT û DMME, hinceta dibînin û qale cezayên disiplînê dikin..

Ev helwestên desthilatdariyê yên li gorî demê ne, biryarên hiqûqî nînin.”

Bûnyamîn Şeker: CPT bûye parçeyek ji konsepta tecrîdê

Derbarê helwesta CPT ya ji bo tecrîdê jî Bunyamîn Şeker ev yek bilêv kir:

“CPT jî bûye parçeyek konsepta sepanên li Îmraliyê.

Rola CPT di vê tecrîdê girîng e, ji ber ku ev sazî bi wesfa saziya çavdêriyê radibe.

Lê li gorî pêdivî û polîtîkayên desthilata Tirkiyê tevdigere. ”

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker dawî bang li hemû parêzerên demokrasîxwaz kir ku li dijî vê bêhiqûqtiyê dengê xwe derxînin

CÎGIRÊ HEVSEROKÊN LIJNEYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN HDP

Cîgire Hevserokê Lijneya Rêveberên Herêmî ên HDPê Mehmet Ruştu jî di civîna serdema navberê ya Lijneyê a li navçeya Silopiya ya Şirnexê de axivî û qala tecrîdê kir.

Mhemed Ruştu : Ev tecrîd ne tenê li dijî girtîgeha Îmraliyê ye

Mehmet Ruştu bertek nîşanî da û diyar kir ku tecrîd ne tenê li dijî Girtîgeha Îmraliyê ye, encamên wê belavî her derê bûye û got:

“Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome, dê demokrasî neyê Tirkiyê û dê li Rojhilata Navîn jî xwîn birije

Lewma divê em bi hev re tecrîda li Îmraliyê têk bibin”

http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/190768

Back to top button