Ji 19’ê Mijdarê ve êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.
Weke roja destpêkê, dewleta Tirk herî zêde warên sivîl dike armanca êrişan.
QSD’ê encama êriş û binpêkirina 2 û 3 Kanûnê bi raya giştî re parve kir.
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê encama êrişên dewleta Tirk ên 3 Kanûnê bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir dewleta Tirk bi rêya top û balafirên bê mirov êrişên li dijî xelkê herêmê dewam dike û ev agahî dan:
2’ê Kanûnê
Herêma Cizîrê
- Til Temir:
Gundên Um El Kêf û Gozeliye 5 caran hatin topbarankirin.
Herêma Firatê
- Kobanê:
Gundên Zormexar, Çarixlî, Koran û bajarokê Şiyux 6 caran bûn armanca êrişa bi topan.
- Girê Spî:
Gundên Kor Hesen, Bîr Kêtik, Silêybî, Evdokî, Şorbenîsk û Mealîk bûn armanca êrişa tank û topan.
- Minbic:
Gundên Um El Edesa û Ewn Dadat 5 caran hatin topbaran kirin.
- Tirwaziye:
Bajarokê El Kenterî hat topbarankirin.
Herêma Efrînê
Gundên Bênê, Soxaneke, Meyasê, Tatmaraş, Merenaz, Şewarqa, Zîwan, Medîyûnê, Hirbilê, Samuqa, Til Madiq, Minnix, Eyn Deqnê, Bêlluniye, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifat 59 caran hatin topbaran kirin.
2’ê Kanûnê
Herêma Cizîrê
- Til Temir:
Gundên Til Leben, Til Tewîl û Gozeliye gelek caran bûn armanca êrişa topan.
Li gundê El Mûcîbira ji ber topbaran artêşa Tirk 4 zarok birîndar bûn.
- Amûdê:
Li nêzî gundê Raya ji ber êrişa balafira bê mirova dewleta Tirk 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn.
- Zirgan:
Gundên Esediye, Bobî û Xidrawî 10 caran hatin topbarankirin.
Şervanên QSD’ê li herêmê yekser bersiv dan êrişên dewleta Tirk.
Herêma Firatê
- Kobanê:
Gundên Koran, Xirbîsan, Qeremox, Cîşan, Zormexar û bajaroka Şiyux 33 caran hatin topbarankirin.
- Girê Sipî:
Gundên Seyda, Xalidiye, Dibis, Mealîk, Îbrahîm Kurdî, Ebû Neytona, Cedîda û rêya M4 bûn armanca êrişa topxaneyan.
- Eyn Îsa:
Gundê El Siwêdê û derdora ambarên genim ên Şerkirak 8 hatin topbarankirin.
- Minbic:
Gundên Korheyuk, Ewn Dadat û Hoşeriye 7 caran hatin topbarankirin.
- Tirwaziye:
Bajaroka El Kenterî bû armanca êrişa topan.