HPG: Li Girê Amediyê û Sîda derb li dagirkeran hate xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Sîda li dijî artêşa Tirk a dagirker 4 çalakî li dar xistin.
Di van çalakiyan de gerîla derb li dagirkeran xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

3’ê Kanûnê dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Sîda ji aliyê tîmên gerok ên gerîla ve derb xwarin..

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Maraş de;

3’ê Kanûnê li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên gerîla yên gerok bi çekên ferdî li dagirkeran da.

Her wiha di şeva heman rojê de, Helîkopterên Skorsky ku xwestin li Girê Amediyê dakevin, ji aliyê gerîlayan ve hatin hedefgirtin.

Piştî derbên giran, helîkopter neçar man ji qadê vekişin.

HPG: 2 caran bi çekên kîmyewî qadên berxwedanê hatin bombebarankirin

Têkildarî êrişên dewleta tirk jî HPG’ê got:

“Artêşa Tirk a dagirker du caran bi çekên kîmyewî, 12 caran bi balafirên şer, 24 caran bi helîkopterên êrîşê,

bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên parastina Medya bombe kiriye.

Back to top button