Parlamanterê Iraqê Ebas Şebekî: Armanca Tirkiyê dagirkeriye

Nerazîbûnên li hember hebûna artêşa Tirk li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde dibin..
Parlementerê Îraqî Ebas Şebekî dibêje, hebûna Tirkiyê dagirkeriye.
Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê Yehya Resul jî eşkere dike ku ew ê hêzên Îraqê li ser sînorê Tirkiye û Îranê werin bi cih kirin..

Li nava axa Îraqê û Başûrê Kuridistanê bi dehan bagegehên dewleta Tirk a dagirker hene û roja xelkê van herêman tê bombbarankirin.

Bertekên li hember vê dagirkeriyê zêde dibin lê heta niha di asta daxuyaniyan de mane..

Parlamenterê Iraqê Ebas Şebekî derbarê mijarê de nerazîbûn nîşan da..

Şevekî ragihand ku di dema kontrolkirina parêzgeha Musilê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, dewleta Tirk barageh ava kir.

Şebekî her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji van baregehan êrişî herêmên din ên Îraqê dike..

Parlamentera Iraqê Aliye Nisêf: Êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye

Parlamentera Iraqê Aliye Nisêf jî êrişa dewleta Tirk ku di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji destdabû û 5 jî birîndarbûyîn şermezar kir û got:

‘Êriş binpêkirina serweriya Iraqê ye. Pêwîste Iraq ji bo rêgirtina êrişên Tirkiyeyê xwedî helwesteke cidî be.’

Li aliyê din, berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul eşker kir ku wê hêzên parêzvanên sînor li ser sînorê Tirkiyê û Îranê bên bi cih kirin ..

‘Wê hêzên Iraqê li ser sînorên Tirkiye û Îranê werin bicîhkirin’

Yehya Resul got;

“Serokwezîrê Iraqê plana jinûve bicîhkirina hêzên Artêşa Iraqê ya ji bo parastina xeta sifir ya li herêmên sînorî yên Tirkiye û Îranê, pêşkêş kiriye.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraq û Wezîrê Parastinê, ji bo hîn zêdetir rewşa hêzên leşkerî yên ser sînor bizane, wê lijneyek ava bike.”

Hêjayî gotiyê ye ku êrişên dewelta Tirk ji baregehên ku li nava Îraqê ava kirine pêk tên û bicihkirina hêzên Îraqî li ser sînor, wê pêşiyê li dagirkriyê û êrişan negre..

Back to top button