HPG: Li Zap, Avaşîn, Metîna û Botanê 32 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li artêşa Tirk ya dagirker dide. Gerîlayan li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Botanê bi ser kozîk û çeperên dagirkeran de girtin. HPG’ê derbarê çalakiyan de daxuyaniyek da û ragihand 32 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, dronek hatiye rûxandin û derb li 2 helîkopteran hatiye xistin. Her wiha HPG’ê eşkere kir artêşa Tirk a ku nikare encamê bigire qada dagirkeriya xwe fireh dike û bikaranîna çekên kîmyewî jî didomîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir berxwedana hêzên gerîla bi wêrekîyeke mezin û bîryardariya serkeftinê bê navber didome û wiha hat gotin;

“Artêşa Tirk a ku nikare encamê bigire herdem qada dagirkeriya xwe fireh dike, li dijî hêzên me çekên kîmyewî bikartîne û hewl dide xitîmîna xwe ya li qada şer derbas bike.

Bi vê armancê şeva 4’ê Tîrmehê tevgera xwe ya dagirkeriyê a li rojavayê Zapê ber bi Girê Amediyê ve fireh kir û di heman demê de jî li dijî çeper û tûnelên şer bi awayekî dijwar çekên kîmyewî bikaranîn.

Artêşa dagirker li dijî qadên berxwedanê 6 cure çekên kîmyewî bikaranîn û 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer bombebarankirin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Erkendî a Egîdên Botanê de;

27’ê Hezîranê tîmên gerok yên YJA Starê li qada Bestayê li wesayîteke dagirkeran xistin ku dixwestin biçin Girê Tenûrê. Di vê çalakiya sabotajê de wesayît hat rûxandin û 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê;

4’ê Tîrmehê li Qada Werxelê hêzên me dagirker şopandin û lê wan xistin. Di encama çalakiyê de 7 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

4’ê Tîrmehê hêzên YJA Starê ji du aliyan li dagirkeran xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ên Şehîd Ûmîd ve biçin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker birîndar bûn.

Heman rojê 2 dronên ku li ser Qada Çemço digeriyan ji aliyê hêzên me ve hatin hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de hêzên me dronek xistin xwarê û derb li ya din xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

4’ê Tîrmehê di encama çalakiyên tîmên gerok de li Qada Girê Cûdî 2 û li Qada Girê FM jî dagirkerek hatin cezakirin.

Heman rojê li Girê Amediyê derb li 2 helîkopteran hat xistin dema ku dixwestin li herêmê deynin. Piştî vê çalakiyê careke din tîmên gerok li dagirkerên ku bi helîkoperan hatin danîn, xistin. Di çalakiya ku ji du aliyan ve hat lidarxistin de 15 dagirker hatin cezakirin.

Dagirkeran cenazeyên xwe bi 2 helîkoperan ji qadê birin.

5’ê Tîrmehê jî dîsa li Girê Amediyê bi çalakiya sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker 22 caran bi çekên kîmyewî, 28 caran bi balafirên şer, 36 caran bi helîkopteran û bi dehan caran bi obus û hawanan qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button