Aldar Xelîl ji ANF re axivî

Endamê Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta tirk bi van êrişan ve dixwaze projeya Netewa demokratîk têk bibe û ji aliyekî ve dixwazin ji bo mayîna xwe ya li Sûrî raya giştî ya Tirkiyê û derve bixapînin.
Aldar Xelîl Teqez kir ku ev êriş wê li me paş gav nede avîtin, berovajî biryardariya me ya têkoşînê xurtir bike.

Endamê Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.

Aldar Xelîl: Bi roketên NATO’yê li Rojava xistin

Aldar Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk ji Cerablûs, Bab, Ezazê dest pê kir û Idlib, Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kir û got:

“Dewleta Tirk naxwaze li Sûriyeyê aştî, demokrasî pêş bikeve û aloziya li herêmê bi dawî bibe.

Ew bi berdewamî van qeyranan dijî.

Ji aliyekî ve dixwazin derbekê li projeya azadî û demokrasiyê bixin û aloziya Sûriyê dirêj bikin ji aliyê din ve jî dixwazin raya giştî ya Tirkiyê û derve bixapînin û bidin xuyakirin ku bi mayîna li Sûriyê serkeftineke mezin bi dest xistine. ”

Aldar Xelîl: Dewleta Tirk cihê sivîlan hedef girt

Aldar Xelîl da zanîn ku dewleta dagirke di van êrişên xwe de sivîlan kir arman û got:

“Ew deverên ku wan kirine hedef depoyên genim, santrala elektrîkê û nexweşxane bûn, ew hemû cih û warên sivîlanin.

Lê êrîşên wan wê ti carî ne ji bo paşvexistina têkoşîna me û ne jî gavavêtinekê bi bandor bin.

Berevajî vê, israra me ya di serketinê de xurtir bike.

“Em gelên ku li Kurdistan û derveyî welat derketine qadan silav dikin”

Aldar Xelîl got:

Em gelên ku li Kurdistan û derveyî welat derketine qadan silav dikin.

Di saetên destpêkê ên êrîşan de kesên li derve dijîn li qadan bûn.

Li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê her kesî helwesta ku divê were kirin nîşan da.

Lê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya balkêş ew bû ku ne tenê Kurd, Kurd, Ereb, Suryan û hemû netewe bi bawerî û olên xwe li qadan bûn.

Ji ber ku gel xwe xwediyê şoreşê dibîne û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê li qadan bûn.

Ev jî serkeftina projeya Neteweya Demokratîk nîşan dide û îsbata xwedîderketina rêveberiya herêmê ye.

Back to top button