Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Til Temir û Eyn Îsayê, mînakên berbiçav yê binpêkirina agirbestê ne. Ebdî li dijî vê yekê bang li Rûsya û Emerîkayê kir weke welatên garantorê agirbestê berpirsyariyên xwe bi cîh binin. Ebdî teqez kir ku, Til Temir û Eyn Îsa radestî ti aliyan nehatine kirin û wê di destê QSD’ê de bimînin.
Dewleta Tirk a dagirker tevî lihevkirina di navbera Emerîka û Rusyayê de, agirbestê bin pê dike û li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwe bê navber didomîne.
Li gorî agahiyên meydanî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê ranwestiyane.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ji televîzyona Erebî El Hedes re axivî destnîşan kir ku, “êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Eyn Îsayê, mînakek ber bi çav a binpêkirina agirbestê ye û da zanîn ku dewleta Tirk amadekariyên êrîşeke mezin dike.
Her weha piştî van êrîşan hatibû îdîakirin ku wê ev herdu bajarok radestî Rûsya û rêjîmê were kirin.
Lê belê Mazlûm Ebdî bersîv da van îdîayan û careke din destnîşan kir ku ev ne rast in.
Ebdî got; “Til Temir û Eyn Îsa di bin kontrola QSD’ê de ne û wê bimînin jî.
Ev jî li gorî lihevkirinên bi hemû aliyan re ye.
Wê hêzên QSD’ê heta dawiyê wan biparêzin.”
Mezlûm Ebdî:
Divê Rûsya û Emerîka ji bo rawestandina êrîşan zextê li Tirkiyê bikin
Ebdî hevpeymanên di navbera Tirkiye, Rusya û Emerîkayê de bibîrxist û li ser naveroka nîqaşên bi welatên garantor re, diyar kir ku, “wan xwestiye hêzên Tirkiyê 33 KM ji bakurê riya navdewletî paşde vegere û QSD’ê jî heman tiştî bike. Bi vî awayî, rê li ber sivîlan vedibe û di heman demê de hêzên Rûsyayê jî bi alîkariya Asayîşê dikarin bigerin”.
Mezlûm Ebdî:
Mabûna Emerîka ji bo çareseriyê girîng e
Li ser pirsa “hûn dizanin Emerîka rê daye Tirkiyê, çima hûn pêre didin û distînin” jî Ebdî wiha axivî:
“Sûriyê krîzeke navdewletî ye û pêwsît e çareserî jî navdewletî be.
Mabûna aliyekî bi vî rengî dikare bandorê li ser çareseriyê bike.
Her wiha şerê li dijî DAIŞ’ê û şerê Surî yê navxweyî jî dewam dike.
Ji ber vê yekê divê di halê hazir de bi giştî venekişin.”