Yûnanîstanê ji ber peyma bi Tirkiyê re, sefîrê Lîbyayê vexwend wezaretê

Hikumeta Yûnanîstanê ji ber peymana di navbera rêveberiya Lîbya û Tirkiyê de, sefîrê Lîbyayê vexwend wezaretê.

Ji ber di navbera Tirkiye û Lîbyayê de peymana ‘Bîryarnameya Lihevkirina Sînordarkirina Herêmên Qadên Deryayê’ hate mohrkirin, Yûnanîstanê li dijî vê bertek nîşan da.

Yûnanîstanê Sefîrê Lîbya yê li Atînayê vexwend wezaretê û jê xwest ku têkildarî peymanê agahiyên berfireh bide wan.

Hat zanîn ku ger ev pêk neye, Yunanîstan wê sefîrê Lîbyayê dersînor bike.

Li gorî agahiyên ajansa AFP’ê, ji bo mijarê jî heta 5’ê Kanûnê dem hatiye diyarkirin.

Rêveberiya Atîna, têkildarî peymana navborî ya di navbera Tirkiye û Lîbyayê de, ji Enqere jî agahî xwestibûn.

Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendias jî ev peyman weke binpêkirina qanûnên navnetewî binavkiribû û gotibû ne li gorî pîvanên cîrantiya her du welatan e.

Nikos Dendias wê yekşemê biçe paytexta Misir Qahîreyê û bi hempîşeyê xwe Samî Şûkru re vê mijarê nîqaş bike.

Leave a Reply

Back to top button