Li DYA pîrozbahiyên cihêreng hatin lidarxistin

Di Roja ezîz St. Patrick de, li DYA pîrozbahiyên cihêreng hatin lidarxistin. Tevî Covid-19 li bajarê New York bi hezaran di merasîma pîrozbahiyê de amade bûn.

Bi boneya rojê piraniya beşdaran cilên ku rengê wan keskin li xwe dikin.

Kolan ji şêniyan tije bûn.

Ezîz St. Patrick kesê ku cara yekem ola Xirîstiyanî derbasî nava gelê Îrlanda kirî ye.

St. Patrick 17’ê Adarê koça dawî kiriye.

Weke tê zanîn piraniya Îrlandiyan Xirîstiyanin.

St. Patrick di sedsala 4. an de ji dayîk bûye.

Di 17’ê Adara 461’am de koça dawî kiriye.

Ji ber wê yekê her sal bi boneya koçkirina dawî, merasîm têne lidarxistin.

Balkêşe li cihê Îrlanda şahiya herî mezin li bajarê New York tê lidaxistin.

Îrlandiyên ku di vê şahiyê de amade dibin jî keyfxweşiya xwe tînin ziman.

Di merasîmê de, ji hemû çînên civakê cihê xwe giritn.

Back to top button