Li kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin di encama şewatê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku ji rêveberiya Kampê hatin girtin, li beşa çaran konê Rinda Ibêd a ji Dêrazorê ku temenê xwe 45 saliye şewitî.
Di encama şewatê de keça wê ya 3 salî jiyana xwe ji dest da û keça wê Merha ya 18 salî jî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Hesekê.
Sedema şewatê nehat zanîn.