Di erdhejê de plana guhertina demografiya Efrînê tê kirin

Her diçe rewşa Efrîna dagirkirî û jiyana li wir xerabtir dibe. Hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku êdî nema pêşiya xwe dibînin ji xwe re vê erdhejê wekî fersendekê dîtin da li ser kêfa xwe kiriyarên dijmirovî pêk bînin. Komeleyên Qeterê bi serkêşiya çeteyen dixwazin li Cindirêsê mêgîngehan il cihên wêranbûyî ava bikin.

Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heya niha, bi her awayî hovîtî û sûcên ku zagon û pîvanên mirovî bin pê dikin dewam dikin.

Piştî Erdheja ku di 6’ê Sibatê de rû da û bandora wê gelekî li Efrînê mezin bû, rûyê dagirkeriyê û çeteyên wê hîn zêde li ber çava bû.

Her diçe bîlançoya qurbaniyên erdhejê zêdetir dibe û herî zêde jî li navçeya Cindirêsê.

Mirov di bin kavilên avahiyan de ne û xizmên wan banga alîkariyê din, çeteyên dewleta Tirk jî dest bi dizî û talankirina avahiyên ku zirar lê bûne dikin.

Hin vîdyo jî li ser tevna civakî hatin parvekirin ku tê de eşkere dibe ka çawa kurd di bin avahiyan de tên hiştin.

Hîne êşa milet kêm nebûye, dewleta Tirk plana guhertina demografiyê temam dike.

Di bin navê jinûveavakirinê de, Komeleyên Qeterê anîne herêmê da ku mêgîngehên ku berê ava kiribûn, zêdetir bikin.

Li gorî Efrîn POST, duh komeleya Qeterî ragihand ku wê projeya xwe ya avakirina mêtingehan ya bi navê Bajarê Rûmetê dest pê bike.

Ji destpêka ku Efrîna hatiye dagirkirin, Komeleyên bi vî rengî mêtingehan ava dikin û malbatên çeteyan li wir bi cih dikin.

Ev projeya nû jî eger were destpêkirin, metirsiyek cidiye ku dagirkeriya Tirk tiştekî li ser navê kurd li herêmê nehêle.

Li ser kavilên navçeya Cindirêsê mêtingehên mezintir dixwazin ava bikin û armanca sereke jî ji holê rakirina nasnameya Kurd e.

Back to top button