Wêraniya erdhejê û talana çeteyan li Efrînê êşa xelkê mezin dike

Bîlançoya qurbaniyê erdhejê li Efrîna dagirkirî zêdetir dibe. Sedama vê jî çeteyên dewleta Tirk in ku rê nadin alîkarî bi şêniyan re were kirin. Çeteyên dewleta Tirk li aliyê din jî li şûna ku destekê bidin û cenazeyan ji bin kavilan derxin, dizî û talana malên wêranbûyî didomînin.

Yek ji deverên Sûriyê ku erdhej bandoreke mezin lê kiriye, navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ye.

Cindirês wêrankiriye, lê ger alîkarî û destwerdan hatibiya kirin, wê wêranî û birîna wê siviktir biba.

Lê mixabin çeteyên hov ên dewleta Tirk a faşîst, rê li alîkarî û desteka bi xelkên Cindirêsê re girtin.

Çete malên Kurdan ên ku wêran bûne li Efrînê didizin

Li gorî Efîrn POST ku xwe dispêre hin çavkaniyan, di demekê de ku xelkê Cindirêsê bi derxistina cenazeyan re ji bin kavilan mijûle, çete malên xelkê ku wêran bûne didizin..

Çete bi dizî û talankirina avahiyên hatine xwarê sînordar nemane, lê belê bi rengekî nejadperestî nêzî welatiyên Kurd ên mexdurê erdhejê dibin û di dema belavkirina xwarinê de, ger kurd be, nadin wan.

Her wiha di dema kolandina goran de jî dipirsin; eger kesê jiyana xwe ji dest daye Kurd be, gorê ji wan re nakolin û dihêlin ku ew bi xwe goran bi bêrê bikolin.

Çete li Efrînê alîkariya ji bo Kurdan didizin

Duh jî 26 erebeyên ku alîkariyên mirovî barkirî ne ji aliyê Siûdiyê û Başûrê Kurdistanê ve hatin şandin.

Hate diyarkirin ku çeteyan li Deriyê Elselama jî ji Karwanê alîkariyê ji bo her kamyonekê 1000 dolar bac girtiye da ku ew derbasî Efrînê û Cindirêsê bibe.

Ji van alîkariyê mirvoî jî welatiyên Kurd bê par dimînin.

Çete piraniya van alîkariyan desteser kirin.

Tora Çalakvanên Efrînê bi deng û dîmen ev kiryar belge kirin.

Back to top button