Çeteyên dewleta Tirk zêdeyî 50 darên zeytûnê li navçeya Raco birîn

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê rojane zêde dibe.  Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Racoyê nêzî 50 darên zeytûnê birîn. Di çarçoveya guhertina demografîk de jî li navçeya Şiyê avahiyên mêtingeriyê tên avakirin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bê navber dewam dike.

Hat ragihandin çeteyên koma bi navê ‘Rîcal El-Herb’ ên girêdayî dewleta Tirk zêdetirî 50 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Cîhad Mûsa yê ji Raco yê birîne.

Hat diyar kirin çeteyan êzingên darên birîne birin baregeha xwe ya li navçeyê.

Komeleyek Qeterî li navçeya Şiyê avakirina avahiyek mêtingerî bi dawî kir

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi desteka rêxistinên Îxwanî yên Qeter û Kiwêtê guhartina demografiya herêmên dagirkirî didomîne.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê komeleyeke Qeterî avakirina avahiyeke mêtingehiyê li navçeya Şiyê bi dawî kir û dê sibê veke.

Hat diyar kirin komeleya bi navê “Xêr El-Şam a Însanî” ya Kiwêtî bi desteka komeleya “Rihme El-Alemiye” nêzî 2 meh in bi hevkariya çeteyên ‘Firqet Sultan Silêman Şah’ avahiyeke nû bi navê gundê ‘Newaf El-Xêr’ ava dikin.

Hate diyarkirin ku di avahiyê de nêzî 200 mal hene û tê payîn wê malbatên çeteyan ku beşdarî şerê li Lîbya û dewletên din ên Cîhanê bûne, tê de bi cih bikin.

MÎT’a Tirk li Stenbolê welatiyekî Efrînî revand

Back to top button