Doh oldarên herêmê tevlî çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka bûn û bang li PDK’ê kirin ku cenazeyan radestî malbatên wan bike.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî jî ji çalakiyê axivî û bêdengiya PDK’ê şermezar kir.
Doh Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Kombûna Olan û Nivîsgha Karûbarên Ol û Baweriyan beşdarî çalakiyê bûn û işaret bi nirxên şehadetê di nava civakan de kirin û wiha gotin:
“Hûn jî êş û xemgîniya malbatên van şehîdan dizanin.
Bi navê oldar, mirovahî, rihê neteweyî em bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.”
“Şerm e Kurd cenazeyên şehîdên Kurd radestî malbatên wan neke”
Kurdiyar Dirêî jî anî ziman ku Yekitiya Rewşenbîran bi armanca şermezarkirina israra PDK`ê ya ranedestkirina cenazeyan, tev li çalakiya konvedanê bûne.
Kurdiyar Dirêî diyar kir ku li gorî çanda Kurdan, şerm e Kurd cenazeyên şehîdên Kurd radestî malbatên wan neke, divê partiyên Kurd berê çeka xwe bidin dijmin.



