HPG’ê: Li Amed, Avaşîn, Zap û Metînayê 16 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker, gerîlla li Amed, Avaşîn, Metîna û Zapê rêzeçalakî pêk anîn. Li gorî daneyên HPG’ê di nav çalakiyan de 16 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha derb li helîkoptereke êrişê jî hate xistin.

Navenda Raginandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla ên li dijî artêşa Tirk, ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

  • Li herêma amedê

3’ê Hezîranê, gerîllayên li qada Licê, li dijî leşkerên qereqola Taver çalakiyê sekvaniyê pêk anîn.

Di encamê de leşkerek hatin kuştin.

23’ê Gulanê jî bi çalakiya sekvaniyê, leşkereke qereqola Bilbilîkê hate kuştibn.

  • Li herêma Avaşînê

7’ê Hezîranê artêşa Tirk tunelên şer ên li Qada Werxelê bombebaran kir.

Piştî vê êrişê, leşkerên dagirker xwestin ber bi tûnelan ve pêşde werin.

Di encama lêdana gerîlla de bi giştî 4 leşker hatin kuştin.

  • Li herêma Metînayê

7’ê Hezîranê dagirkerên li dora tunelên şer ên Qada Girê Cûdî, bûn armanca lêdana gerîlla.

Gerîlla ji 3 milan be bi ser hêzên Tirk de girtin û di encamê de 7 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Li heman qadê, gerîlla bi bandor li helîkopterên artêşa Tirk jî dan.

Di çalakiyê de derbeke giran li helîkoptereke êrîşê hate xistin.

  • Li herêma Zapê

7’ê Hezîranê dagirkerên ku hewl didan xwe nêzî tunelên şer ên Qada Şehîd Şahîn bikin, bûn armanca lêdana çekên giran.

Heman rojê artêşa Tirk piştî ku tûnelên şer ên Qada Şehîd Şahîn ê Şikefta Birîndaran bombebaran kirin, xwest pêşde were.

Lê ji ber destwerdana gerîlla, hewldana wan bê encam man û leşker ji herdû qadan dûr ketin.

Dîsa 7’ê Hezîranê dagirkerên li derdora Qada Karker bûn armanca çalakiyên sekvaniyê yên gerîllayên jin.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk roja 7’ê Hezîranê bi dehê caran caran êrişên ezmanî li dijî qadên gerîlla pêk anîn.

Back to top button