Artêşa dagirker gundewarê Til Rifat, Şêrawa, Şera topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, ji duh ve bê navber herêmên Şehba, Şêrewa û Babê topbaran dikin.

Îro di saetên sibehê de dagirkeran bi çekên giran êrîşî gundê Semûqa û bendava Şehbayê kir.

Duh jî di saetên şevê de dewleta Tirk bi top û mûşekan gundê Şêx Îsa û bajarokê Til Rifetê yên Şehbayê topbaran kirin.

Dagirkeran gund û kelha Şewarxa, Meryemînê û Malkiyê yên navçeya Şera û gundê Soxanekê yê Şêrawayê topbaran kirin.

Dagirkeran gundên Rizgarkirî yên rojhilatê Babê topbaran kir

Her weha Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên rizgarkirî yên rojhilatê Babê jî kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk gundên El-Kawiklî, Kor Hiyok û Qert Wêran ên rizgarkirî yên li rojhilatê Babê topbaran kirine.

Li gorî navendê, topbaran ji saet 01:30, heta saet 06:00`ê vê sibê dewam kir û bi zêdeyî 15 topên hawanê û tankan li gundan hatin xistin.

Back to top button