Di 2 mehan de Tirkiyê bêhtirî 3 hezar maşîneyên leşkerî şandine Idlibê

Li seranserê cîhanê bangên rawestandina şer tê kirin, lê li Idlibê dewleta Tirk amadekarên şerekî giran dike û tenê di 2 mehan de bêhtirî 3 hezar maşîneyên leşkerî şandine herêmê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku dewleta Tirk 35 maşîneyên din ên leşkerî bi riya dergeha Kefer Losîn derbasî Idlibê kirine.

Ev yek jî hemwextî wê yekê tê ku agirbesta Putin-Erdogan derbasî roja xwe ya 60 dibe.

Bi vû yekê û tenê di 2 mehan de dewleta Tirk a dagirker 3 hezar û 15 maşîneyên leşkerî û bi hezaran leşker derbasî Idlibê kirine.

Ji 2’ê Sibatê û heta niha dewleta Tirk 6 hezar 420 maşîne û alavên leşkerî û bêhtirî 10 hezar û 300 leşker derbasî herêmên bi navê ”Kêmşer” kirin.

Back to top button