Li Deraayê 9 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarê parêzgeha Deraayê, di êrîşeke çekdarên nenas de, 9 endamên hêza hikumeta Şamê hatin kuştin.

Îro hin çekdarên nenas li bajarokê Mizêrîb êrîşî navenda navçeyê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye kirin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku çekdaran 9 endamên hêzên hikumeta Şamê revandin.

Piştre jî çekdaran her 9 leşker kuştin û termên wan avêtin ber çerxerêya Xebşa ya bajarokê navborî.

Hemwextî wê li gundewarê Deraayê li ser riya Sehm Colan- Şecera 3 ciwan hatin revandin.

Duh yekşemê jî li ser riya navbera bajarokê Kihêl û Misêfrayê li gundewarê heman parêzgehê termê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hat dîtin.

Ev çend meh in li parêzgeha Deraayê tevlihevî û ne-aramî serwer in.

Ev çend car in hem li dijî hêzên hikumeta Şamê û hem jî li dijî sivîlan êrîş û revandin ji aliyê komên çekdar ên nenas ve pêk tên.

Back to top button