Li Bakurê Kurdistanê binçavkirina rojnamevanan hat şermezarkirin

Rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê binçavkirina hevalên xwe şermezar kirin û xwestin ku ew di cih de werin berdan. Her wiha PEN a Kurd, HDP Û YRA’yê jî banga berdana rojnamevanan kirin.

Li dijî sedergirtina saziyên raghandinê yên Bakurê Kurdistanê û binçavkirina rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê, ji gelek aliyan nerazîbûn hat nişandan.

Li ser vê yekê Rojnamevanên endamên DFG, MKGP, Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Amedê, daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Berdevka MKGP’ê Roza Metîna ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serdegirtinan de tevî binçavkirina rojnamevanan, her wiha telefon, materyalên dîjîtal, hard-dîskên kompûteran jî hatine, desteserkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Medya desthilatdariyê bi sernavê “Rêxistiniya Komîteya Çapemeniyê” serdegirtin û binçavkirinan ragihandiye.

Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke nû ya êrişê û tepisandinê di dewrê de ye.

Hevalên me bi nûçe, bername û şîroveyên li qenalên Stêrk TV û Medya Haber TV têne sûcdarkirin.

Ji van hincetan jî tê fêhmkirin ku nûçe û weşanên hevalên me yên rojnamevan ji xwe bi rengekî eşkere ji raya giştî re têne ragihandin.

Divê were zanîn ku îdîayên li hemberî hevalên me hemû bêbingeh in.

Rojnamevanek dema ku karê xwe dike, ne ji ber polîtîkaya weşanê ya saziya lê dixebite, lê belê ji ber nûçeyên ku bi xwe çêdike berpirsyar e.

“Ev binçavkirin, hewldana bêdengkirina Kurdan e”

Desthilatdarî dixwaze polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ji aliyê raya giştî ve neyê zanîn, lewma serî li van rêbazan dide.

Di demekê de ku polîtîkayên şer li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê tê meşandin û tê gotin ku wê operasyonên nû lê bêne zêdekirin, ev binçavkirin hewldana ji bo bêdengkirina kurdan e.

Em ê bibin dengê Gelê Kurd, gelên li Tirkiyê, kedkar, zarok, jin, bawerî û hemû bindestiyan.

Emê li ber polîtîkaya zext, tundî û şere tê kirin serî netewînin.”

PENa Kurd: Bila rojnamevan tavilê werin berdan

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PEN a Kurd têkildarî mijarê daxuyanî da.

PEN a Kurd binçavkirina rojnamevanan a li Amedê şermezar kir û xwest tavilê bêne berdan.

HDP: Çapemeniya Azad wê serî li hemberî êrişên AKP’ê netewîne

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Propoganda, Weşan û çapemeniyê Berpirsyar Tayîp Temel jî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî da û got:

“Êrişên li dijî rojnamevanan bêçaretî û bêhezêtya desthilatdariyê nîşan dide.

Kedkarên çapemeniya azad wê li dijî polîtîkayên êrişkar û faşîst ên AKP-MHP’ê serê xwe netewînin.

Em bang li raya giştî dikin ku li dijî wan êrişan bêdeng nemînin û rêxistinên rojmevanan bila bi hemkarên xwe re piştevaniyê mezintir bikin.”

YRA: Divê hemû rojnamegerên hatin binçavkirin werin berdan

Yekitiya Ragihandina Azad jî bi daxuyaniyekê binavçkirina rojnamegeran li Amedê şermezar kir û diyar kir ku ev yek li dijî hemû yasayên navdewletî ye.

YRA piştgiriya xwe ya bi rojnamevanên hatine girtin re nîşan da û xwest di zûtirîn dem de werin berdan.

 

Back to top button