Bûldan: Ev komploya darazê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de komploya siyasî tê amadekirin û got:

Dosyeya vê operasyonê bixwe li Qesrê hatiye amadekirin. Dozgerê vê dosyeyê jî Erdogan û zavayê dozger e.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Komcivîna Meclîsê ya partiya xwe de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.

Pervîn Bûldan êrîşên li ser endam û partiya xwe ku di 25’ê Îlonê de pêk hatî jî bi komplo binav kir û wiha domand:

Bi fermana şirîkatiya komploya AKP-MHP’ê di 25’ê Îlonê de li dijî partiya me operasyona komployek siyasî pêk anîn.

17 hevalên me bi komploya darazê hatin girtin.

Ev komploya darazê ye.

Bûldan: Hêzên paramîlîter û nijadperest xistin dewrê

Bûldan di salvegera 6. a çalakiyên Cotmehê yên ji bo Kobanê de, xelkê Kobanê silav kir û nirxandin kir.

Tenê daxwaziyek hebû, ew jî rawestandina komkujiyên DAIŞ’ê bû û vekirina korîdora alîkariya mirovî ya ji bo Kobanê bû.

Di şermezarkirina DAIŞ’ê ya roja 7’ê Cotmehê de li Gimgimê ciwanê me Hakan Buksur ê 25 salî bû armanca guleyên polîsan û hat qetilkirin.

Ew tam provokasyonek bû.

Hêzên nîjadperest û paramilîter xistin dewrê.

Bûldan: Operasyon tolhildina Kobanê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê li ser egeriya ketina Kobanê jî ev tişt anî ziman:

Ev operasyona tolhildana neketina Kobanê ye.
Heke Kobanê li ber xwe neda û dinya xwedî liv ê derneketa, Kobanê biketa, niha DAIŞ’ê li aliyê din ê sînor dewletek ava kiribû.
Wê niha ala wê ya reş cînarê Tirkiyê bûya.
Û wê nûnertiya xwe ya mezin jî li Tirkiyê vekirina.
Tabî heke Kobanê biketa.

Bûldan: Wê gelê Qersê biçe teslîm nebe’

Bûldan bal kişand ser tayînkirina Qeyûmê Qersê û anî ziman ku dibe hûn şaredariyê bi awayek dij hiqûq desteser bikin. Lê belê qet hûn nikarin vîna gelê Qersê teslîm bigirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya yên Wanê û xwest tavilê rojnamevan serbest werin berdan.

Back to top button