“Em bi ruh û can bi rêberê xwe re ne”

Li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo bertek zêde dibin .
Şêniyên herêma Firatê diyar kirin ku ew bi rêberê xwe re ne heta ku azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.
Welatiyên Dêrazor û Tebqayê jî tekez kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê her li qadan bin .

Ji Adara 2021′ê ve tu agahî derheqê rewşa Rêber Ocalan de nayê girtin..

CPT′ê jî di serdana xwe ya dawîn a li girtîgeha Îmraliyê de tu daxuyaniyeke zelal neda.

Bêdengiya CPT′ê welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî hêrs kir..

Şêniyên herêma Firatê li dijî vê yekê helwesta xwe nîşan dan ..

Şêniyê bi navê Mistefa Ehmed tekez kir ku çiqas tecrîd giran bibe ew li pey rêberê xwe ne.

Cemîle Nasan jî diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ew amade ne her tiştî bikin..

Welatiyên Dêrazor û Tebqayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir..

Welatiya bi navê Macîde El Hisên a ji Tebqayê dibêje :

Armanca dewleta Tirk ji tecrîda li dijî rêber Ocalan têkbirina projeya neteweya demokratîk e..

“Li dijî tecrîdê em ê serî hildin”

Nasir El Abir yê ji Tebqayê tecrîda fîzîkî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got:

“Divê gel qada têkoşîn û berxwedanê fireh bike.”

Welatiyê bi navê Mehmûd El Merkaz ji Dêrazorê got:

“Wê berxwedana gel ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dewam dikin.”

Welatiyê bi navê Ayîd El Zayid jî tekez kir ku ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button