Şêniyên Hewlêrê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Li başûrê Kurdistanê jî gel li dijî tecrîdê bi hêrs e. Derbarê tecrîdê û ji bo azadiyas rêber Apo, xelk bang dike.

Bangên ji bo azadiya Rêber Apo her ku diçe zêde dibin.

Şêniyên Hewlêrê ji bo zanîna rewşa tendirustî ya Rêber Apo daxwaza çalakiyên berfireh kirin.

Gulebax Celal tecrîd şermezar kir û got: “Bi salane tecrîdek giran li ser Rêber Apo heye.

Divê gel li Rêber Apo xwedî derkeve û çalakiyên berfireh werin lidarxistin”.

Şêniya bi navê Şeyma Ednan jî aixî û got: “Fikar û metirsiyên me yên li ser jiyan û tendirustiya Rêber Apo zêdebûne.

Herî dawî CPT çûye Îmraliyê, lê hevdîtin bi Rêber Apo pêknehatiye.

Derbarê rewşa wî de ti agahiyek nayê dayîn.”

Welatiyê hewlêrê Herêm Mehmud jî di heman çarçovê de axivî û got: “Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdeke li ser pirsgirêka Kurd e.

Divê gelê kurd rabe û dest bi berxwedanê bike, dakeve qadan û gireva seranserî ragihîne”.

Jinên Başûrê Kurdistan: Emê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê vala derxînin

Jinên çalakvan û mafnas ên Başûrê Kurdistanê jî tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kirin.

Endama Rêveberiya RJAK’ê Bano Helebceyî li ser tecrîdÊ got: “Bi dirêjahiya dîrokê tu kesê wek Rêber Ocalan parastina mafê jinan nekiriye û nekarîne wek wî pîroziya jinê bidin nasandin.

Ji bona wê, erka hemû jinên cîhanê ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan xebat bikin.”

Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Sara Reza jî axivî û got:

“Têkoşîna ku em îro dibînin jin pêşengtiyê jêre dike, jin fermandare, xwedî biryare, artêşa xwe heye, bawerî bi xwe heye û ji bin koletiya sîstema zilamsalarî derketine, encama wê xebata Rêber Apo ye.”

Parêzer Çiro Şiwanî jî derbarê fikir û felsefeya Rêber Ocalan de axivî û got:

Felsefeya Rêber Apo jî hertim teqeziyê li wê çendê dike ku divê jin li dîroka xwe ya rasteqîn a ku jin wek xudawend dihatin dîtin vegerin.”

Back to top button