Li Başûrê Kurdistan û Iraqê pêla belavbûna vîrûsê kêm bûye.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî qurbaniyên vîrûsê 135 hezar kes derbas kiriye.
Ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê ti rewşên nû nehatine ragihandin û heya niha tenê 43 nexweşên coronayê di bin çavdêriyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê jî ragihand ku di 24 saetên dawî de 60 kesên din coronayê ketine û 2 kes jî jiyana xwe ji dest dane.
Bi vê daneyên nû ve li Iraqê hijmara miriyan gihaşt 104 kesî.
Vîrûsa Corona..Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê qurbanî 135 hezar kes derbas kiriye
Li Tirkiyê jî ku daneyên rast ji aliyê rayedaran ve tên veşartin, heta niha zêdeyî 135 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 3 hezar û 700 jî mirine.
Tevî ku li tavahiya cîhanê ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê bi hezaran girtî hatine berdan, lê dewleta Tirk bi taybet girtiyên siyasî, heta niha bernedane.
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistan ji ber rewşa corona malpatên xîzan gelek zehmetiya dikişînin, HDP jî ji bo malbatan re alîkar be li bajarê Enqerê alîkariya xwarin vexwarinê da 300 malbatan û 140 malbatên xwîşk û bira jî anîne gel hev.