Mala Jinan li Şêx Meqsûdê civînek ji bo jinan li dar xistin

Mala Jinan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo çareserkirina dozên jinan bi dirûşma ‘Edaleta Jinan Edaleta Civakê Ye’ civînek lidarxist.

Civîn li hola Talê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.

Di kom civînê de endamên saziyên sivîl, leşkerî, meclis û komîn amade bûn.

Civîn bi diyarkirina rêgeha civînê ji aliyê endama Meclisa Edaleta Civakî Şêrîhan Hec Yûsif hate xwendin.

Di rêgehê de ev tişt hatin parvekirin.

“Dema ku mirov li dîrokê vegere da ku rastiyan bibîne xuya dibe ku jin hîn di destpêka dîrokê de bingeh û rêgeha civakê bû heta ku gihaşt asta xwedawendiyê.

Şêrîhan got:

“Ji bo ku em bikaribin pirzgirêkan çareser bikin û encaman ji bo gelan û jinan bi dest bixin, divê em li dîroka jinê vegerin û xwe têde xurt bikin.

Pişt re beşdaran li ser pirzgirêkên ku jin tê re derbas dibin nîqaş kirin.

Back to top button