Efrîn-Dewleta Tirk mêtingeheke nû li Keferûmê ava dike

Bi armanca guhertina demografiya herêma Efrîn, avakirina mêtingehan didome.
Li Şerayê mêtingehek ku 50 avahiyê digre nava xwe, tê avakirin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku dewleta Tirk a dagirker mêtingeheke nû ava dike.

Hat diyar kirin ku mêtingeh li gundê Kefrûm ya Şerayê tê avakirin, 50 avahî tê de heye û her avahiyek ji çar qatan pêk tê.

Hate zanîn ku ev mêtingeh dê malbatên çeteyan lê werin bichkirin.

Efrîniyek hate dersînorkirin û çete mala wî lê venagerînin

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Semîr Silêman ê ku 2018’an tevî malbata xwe neçarî koçberiyê bû û berê xwe da Tirkiyê hate dersînorkirin.

Efrîn NEWS da xuyakirin ku malbata Silêman li aliyê din mane û ew jî niha li Efrînê ye.

Silêman dema ku diçe da ku li mala xwe ya li ser rêya Racoyê bimîne, mala wî hatibû desteserkirin.

Çeteyê ku mala wî desteser kiriye, red dike ku ji malê derkeve û dibêje ‘Min ev mal bi hezar û 700 dolarî kirye.’

Bi vê yekê re, Semîr Silêman niha li kolanan dimîne.

Li Efrînê polîtîkayên qirkirinê

Back to top button