Parlamenterê Iraqî: Divê xelkê wargeha Mexmûrê werin parastin

Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê diyar kir ku, şêniyên Mexmûrê wê bi berxwedaniya xwe nehêlê ku Iraq planên Tirkiyê pêk bîne.
Welatiyên Silêmaniyê jî diyar kirin ku nêzîkatiyên artêşa Iraqê ya li hemberî xelkê Wargeha Mexmûrê nayê qebûlkirin.

Her wiha li dijî vê dorpêçê ji nava Iraqê de jî nerazîbûn hene.

Parlamenterê serbixwe yê Iraqê Hadî Selamî di derbarê hewlên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirin û têlkirina wargeha Mexmûrê axivî.

Selamî anî ziman ku buyerên ku niha li wageha Mexmûrê rû didin, cihê xemgîniyê ne û ev tişt anî ziman:

“Ev yek li dijî xelkê wargehê lihevkirinek siyasî ya metirsîdare.

Lewma divê xelkê wargeha Mexmûrê werin parastin û bi siyaseta çewisandinê re rû bi rû nemînin.”

14 rojin xelkên wargeha Mexmûrê li ber xwe didin

Back to top button