QSD’ê komeke sîxûrên girêdayî MÎT’a Tirk girtin

Têkoşîna hêzên QSD’ê ya li hemberî şaneyên çeteyan û sîxûrên girêdayî MÎT’a Tirk, dewam dike. Hêzên QSD’ê şaneyeke sîxûrên girêdayî MÎT’a Tirk ku li herêmê teqîn pêk dianîn û derbarê hin noqteyên leşkerî de agahî didan MÎT’ê, girtin.

Sîxûrên ku hatine girtin, di mikûrhatinên xwe de eşkere dikin ku çawa ew ji bo karkirina bi MÎT’a Tirk re hatine xebitandin..

Van sîxuran bi alîkariya kesên bi navê Yasir, Mihemed El-Xelef û Selsebîl bi MÎT’a Tirk re kar dikirin..

Plana wan ew bû ku li ser riya Qamişlo, Amûdê û Hesekê mayînan bi cih bikin û teqînan pêk bînin…

Sîxûrên girtî tînin ziman ku wan agahî li ser noqteyên leşkerî li Minbicê û Eyn Îsayê ji MÎT’ê re şandine..

Wan derbarê QSD’ê û hejmara kesên di wan noqteyan de agahî ji dane û li ser wê pere girtine.

Back to top button