Artêşa Tirk 14 caran bi çekên kîmyewî êrişî qadên Gerîla kir

Artêşa Tirk a dagirker qadên gerîla 12 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û tevgera dagirkeriyê de daxuyanî da..

Li gorî vê:

“23’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê ya gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 12 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Her wiha çepêrên berxwedanê yên gerîla bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Back to top button