Kremlîn: Wê bandora sewqiyata Leopardan bo Ukrayna hebe

Kremlîn careke din li ser mijarê peyam da Almanya ku sewqiyatek wiha wê bandoreke domdar li ser têkliyên wan bike.
Sekreterê giştî yê NATO Stoltenberg jî got;
Di be ku di nava demek nêz de Almanya Leopardan bo Ukrayna bişîne.

Li Ukrayna êrişa Rûsya di meha xwe ya 12’an de ye.

Li ser erdê ji serketinekê zêdetir, wêranî xuya dike.

Şerê wekaletê yê tê meşandin, di her warî de bandora xwe ya domdar heye.

Di nava demên dawiyê de, navê tankên Leopardên Alman di her nûçeyek derbarê Ukraynayê de derbas dibe.

Daxwaza zêde ya rêveberiya Kîevê ji bo van tankan, hikumeta Berlîn jî tengav kiriye.

Lê Moskow ji vê yekê nerazî ye.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku eger Almanya tankeke “Leopard” bişîne Ukraynayê, wê ev yek bandoreke neyînî li têkliyên wan bike.

Peskov li paytext Moskowayê ji rojnamevanan re axivî, sewqiyata muhtemel a tankan a ji Almanyayê bo Ukraynayê nirxand.

Peskov bal kişand ku têkiliyên navbera Rûsya û Almanyayê niha di asteke pir nizm da ye û got,

“Bi Almanyayê, welatên Yekîtiya Ewropayê û bi NATOyê ra tu hevdîtinên berbiçav tine.”

Peskov diyar kir ku şandina tankên Almanya bo Ukrayna wê bandoreke hîn zêdetir li ser rewşa têkliyan bike û ev tişt anî ziman:

“Şandineke bi vî rengî ji bo paşeroja têkiliyên Rûsya-Almanyayê ne baş e.

Bê guman ev yek li ser paşeroja têkiliyan şopeke nebaş dihêle.”

NATO: Dibe Almanya di demek nêz de tankan bişîne

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îro piştî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius re got:

Dibe Almanya di demeke nêz de şandina tankên Leopard bo Ukraynayê bipejirîne.

Hevalbendên Ewropî yên wek Polonya û Fînlandiya jî diyar kirin ku ew amade ne van tankan bişînin Ukraynayê.

Lê ji bo ev yek pêk were li benda erêkirina Berlînê ne.

Back to top button